Li Cezayîrê xwendekar ji bo guhertina rejîmê daketin kolanan

Mamoste û xwendekarên Cezayîrî, ji bo guhertina rejîmê çalaiya Înê ya 20’an lidar xistin.

Mamoste û xwendekar ev 20 hefte  ne, her roja înê li paytext Cezayîrê dadikevin kolanan û daxwaza guhertina rejîmê kirin.

Meşa vê Înê ya ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, dirûşmên guhertina rejîmê û berdana girtiyên siyasî qîr kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Sîstem bi cehenime’ û ‘Cezayîr a demokratîk û azad’ hate qîrkirin.

Nîvîsên weke ‘Desthilat gel e’, ‘Ji herêmîbûnê re na’,’Ji nîjatperestiyê re na’ û ‘Azadiya çapemeniyê’ yên li ser dowîz û pankartan bal kişand.

Ji ber demê werza geştê û ezmûnan hejmara çalakvanan li gorî hefteya borî hinek din kêmtir bû. Lê xwedekaran destnîşan kirin ku divê di dema werza Havînê de navber neyê dayîna çalakiyan.

Her wiha piştî çalakiyên protestoyî, Abdulazîz Bûteflîka yê 20 sal bû li ser desthilatê bû 2’yê Nîsanê neçar kir ku îstifa bike. Li gel vê îstifayê Gaîd Salih hatibû ser desthilatê. Salih ev bi hefteyane daxwazên tevgerên nerazî red dike.