Li Brûkselê têkildarî peymana nukleerê ya bi Îranê re civînek tê lidarxistin

Nûnera Bilind a Politîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropa Federîca Mogherînî wê roja Sêşemê Wezîrên Karê Derve yên Elmanya, Fransa, Îngîltere û Îranê re bicive. Rojeva civînê bernameya nukleerê ye.

Piştî ku Serokê DYA Donald Trûmp ji peymana nukleer ya sala 2015’an de bi Îranê re îmzekirî vekişiya, li Yekîtiya Ewropa trafîka dîplomasiyê ya ji bo bernameya nukleerê zêde bû. Ewropa xwest ku peymana nukleer ya hatî kirin were parastin.

Trûmp peymana nukleerî weke peymana herî xirab ya roja îro binav kir. Federîca Mogherînî got; “Yek ji karên herî serketî yê ku dîplomasiyê kirî’ nirxand.

Mogherînî wê roja Sêşemê destpêkê bi wezîrên karê derve yê Elmanya, Fransa û Îngîltereyê re bicive. Piştî vê wê bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê re bicive.

Ji roja Çarşemê ve welatên Ewropa ji bo ku Îran ji peymanê xwe venekişîne ketine nava hewldanan. Parîs, Londra û Berlinê li pey hev daxuyanî dan û ragihandin ku wê li gorî peymanê tevbigerin.

Mogherînî ragihand ku Yekîtiya Ewropa (YE) bi biryare ji bo peymana nukleerî ya bi Îranê re.

Rûsya û Çînê ku weke 2 welatên peyman îmzekirine ragihandin ku wê li ser biryara xwe bin.

Peymana nukleerî  sala 2015’an li gel Îran û DYA’yê Elmanya, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsyayê hatibû îmzekirin.