Li Brîtanyayê xizanî wê bi du qatî zêde bibe

Brîtanya yek ji wan welatan e ku herî zêde ketiye ber bayê şewba Covîd-19. Fikar hene ku krîza aboriyê ya li Brîtanya Mezin wê bike ku herî kêm 2 milyon zarok xizan bibin.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Herîot Wattê ku ji bo saziya civaka sivîl a bi navê Trûssel Trûst amade kir, xizaniya ku salên dawî zêde bû ji ber şewba Covîd-19 wê zêdetir bibe.

Li gorî lêkolîna Rowntree Foûndatîonê jî li tevahiya Brîtanya Mezin ku nifûsa xwe 65 milyon mirov e, heta sala 2019'an nîv milyonê wê zarok herî kêm 2.4 milyon mirov xizan bûn. Ev hejmar li gorî sala 2017'an bi rêjeya ji sedî 54'an zêde bûbû.

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Herîot Wattê, xizanî ji ber Covîd-19 dibe ku bi du qatî zêde bibe. Li gorî vê yekê, ji ber krîza aboriyê ya ji ber şewbê, milyonek ji wan zarok 2 milyon kes wê neçar bimînin di nava xizaniyeke giran de bijîn.

Hate ragihandin ku beşek ji xizanên li welêt mirovên bêmal in yan jî yên narkotîkê bikar tînin. Ji sedî 14 ê mirovên xizan jî kesên karker in. Her wiha tenê ji sedî 19 ê xizanên zêde ew mirovên bêmal in û yên narkotîkê bi kar tînin.

Li gorî lêkolînê, mirovên ku bi tena serê xwe zarokan mezin dikin herî zêde dikevin bin bandora xizaniyê. Her wiha mirovên bi nexweşiyên kronîk û yên astengdar di nava xizaniya giran de ne.