Li Brezîlya 3 ji 4'ên kuştî reşik û melez in

Li Brezîlyayê kuştin didomin. Bala mirov dikişîne ku 3 ji 4'ên ku têne kuştin ji reşikên ciwan û bê perwerde ne.

Rapora bi navê ''Atlasa Tundiyê'' ku tê de tundî û kuştinên li welêt cih digirin, bi hevkariya Forûma Ewlehiya Cameweriyê ya Brezîlyayê (FBSP) û Enstîtûya Lêklînên Aborî yên Sepandinî (IPEA) hate hazirkirin.

Li gorî raporê 2017'an li tevahiya welêt 65 hezar û 602 kes hatine kuştin, li gorî sala 2016'an rêje 4,9 ji 100'î zêde bûye. Ev jî nîşan dide ku serê 100 hezar kesî rêjeya kuştinê 31,6 ji 100'î ye. Neteweyên Yekbûyî (NY) serê 100 hezar kesî rêjeya 10 ji 100'î mîna 'hêl'ê bi nav dike.

PIRANIYA QURBANIYAN CIWANÊN SIYAHÎ Û BÊ PERWERDE NE

Di raporê de yek ji xala ku tiliya xwe pê ve tê kirin ew e ku piraniya kesên ku têne kuştin siyahî û melez in. Lli gorî vê 3 ji 4'an ên kesên ku têne kuştin reşik û melez in, piraniya wan ciwan in û herî pir heta bi pola 7'an xwendine.

Di kuştinan de rêjeya reşik û melezan ên ku hatine kuştin 75,5 e, li gorî vê rêjeyê, di nav 10 salan de rêje 3 ji 100'î zêde bûye. Kesên spî ku hatine kuştin li gorî heman demê 3 ji 100'î ye.

LI EYALETÊN HEJAR ZÊDETIR E

Li gorî raporê li eyaletên mîna Acre û Alagoasê ku rêjeya hejariyê bilind e û gelek rêxistinên sûc lê hene, rêjeya kuştinê serê 100 hezar kesî 60 ji 100'î ye. Li eyaletên mîna Para, Pernamboûc û Sergîpeyê serê 100 hezar kesî rêjeya kuştinê 50 ji 100'î ye.

Li Sao Paulo jî ku ji hêla aborî ve yek ji eyaleta herî dewlemend e, ev rêje serê 100 hezar kesî dibe 10,3 û li gorî rewşa giştî ya welêt 3 caran kêmtir e, ev rêje.