Li Bolîvyayê wê li binê avê muzeyek bê çêkirin

Hikumeta Bolîvyayê wê li nava gola Tîtîcacayê muzeyekê çêbike ku bi hezaran berhemên arkeolojîk lê hene.

Hikumeta Bolîvyayê ragihand ku muzeya li binê avê wê bi 10 milyon dolarî bê çêkirin.

Wezîra Çandê Wîlma Alanoca got, "Hem wê bibe cihekî tûrîstîk, hem jî bibe navendeke lêkolînê ya arkeolojîk, jeolojîk û biyolojîk ku li devereke din a cîhanê nîne."

Yek ji şirîkên projeyê, saziya pêşvebirinê ya Belçîkayê Enabel e. Proje ji aliyê Enabelê ve hate amadekirin.

Herêma gola Tîtîcaca ku di navbera Bolîvya û Perû de ye, beriya serdema mêtingeriyê rê li ber pêşveçûna gelek çandan vekiribû.

Beriya niha lêkolînek hatibû kirin û 10 hezar berhemên arkeolojîk li herêmê hatibûn dîtin. Hin ji van hestî û alavên ji serdema şaristaniyên antîk ên Tîwanaka û Înka ne.

Muze wê li herêma nêzî bajarê San Pedro de Tîqûînayê bê çêkirin ku bi 100 kîlometreyî dûrî paytext La Paz e.