Li Bexdayê êrîşa întixarî: Bi kêmanî 5 kes mirin
Di encama êrîşa întixarî ya li nêzî mizgefteke Şîa ya dikeve başûrê rojavayê paytexta Iraq Bexdayê de, bi kêmanî 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşa întixarî ya li nêzî mizgefteke Şîa ya dikeve başûrê rojavayê paytexta Iraq Bexdayê de, bi kêmanî 5 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên polîsan, du xwekuj li taxa El Tûrat li nêzî Mizgefta Ebû El Fadil El Babbas xwe teqandine.
Çavkaniyên nexweşxaneya El Yarmûk jî ragihand ku 5 kes mirin, 14 kes jî birîndar bûne. Heta niha kesê êrîş li xwe negirtiye.