Li Bexdayê bi sed hezaran kes dimeşin

Li ser banga Mûqteda El Sadr li Bexdayê bi sed hezaran kesî dest bi meşê kirin.

Piştî ku DYE'yê di 3'ê Çileyê de li Bexdayê fermandarê Îranî Qasim Silêmanî û fermandarê duyemîn ê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs kuşt, Parlamenta Iraqê biryar da ku hêzên biyanî ji welatê xwe derxînin. Ji bo bicihanîna vê biryarê jî lîderê Şîa Muqteda El Sadr bang kir ku xwepêşandan bê kirin. Li ser banga Sadr bi sed hezaran kes danê sibehê li paytext Bexdayê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.

PEYAMA SADR HATE XWENDIN

Peyama lîderê Şîa Muqteda El Sadr ji aliyê şêwirmendê wî yê leşkerî Kadim Îsavî ve hate xwendin.

Sadr di peyama xwe de got, "Divê hêzên biyanî hemû ji welatê me derkevin. Heta ku leşkerê herî dawî yê biyanî ji welêt derkeve em berxwedanê bi rengekî demkî radiwestînin."

Sadr bal kişand ser hêza milîs a Şîa Haşdî Şabî û got, "Bila Haşdî Şabî bi ser Wezaretên Parastinê û Karên Hundir ve bê kirin. Eger ev neyê kirin Haşdî Şabî ku mekanîzmayeke ewlekariyê ye, neçar e li gorî biryarên Fermandarê Hêzên Çekdar (Serokwezîr) tevbigere."