Li Bernê li dijî qetlîam û tecawûza li ser jin û zarokan çalakî

Ji bo bal bikêşin li ser giringiya têkoşîna jinê ya li dijî êrîşên qetlîam, tacîz û tecawûzên bi pişgiriya dewleta ya bi desthilatiya zilam a li Kurdistan û Tirkiyê li dijî zarok û jinan tê pêkanîn, li paytexta Swîsreyê Bernê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ve li Bahnhofplatzê hatî lidarxistin de, destpêkê leşkerên Tirk ên êrîşên tundiya bi destê zilam ên qetlîam û tecawûzê li dijî jinan û zarokan dikin armanc hate protestokirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa, “Artêşa Tirk li Kurdistanê jin û zarokan tecawûz dike û wan qetil dike” û hinek dowîzên bi nivîsên, “Em dest ji têkoşîna xwe bernadin”, “Bijî têkoşîna me jinan”, “Li dijî tacîz, tecawûz û qetlîaman jin bêdeng nabin” hilgirtin.

Di çalakiya bi axaftina aktîvîsta YJK-S’ê dom kirî de, dirûşmeyên bi Elmanî û Fransî, “Kujerê jin, kujerê zarokan Erdogan e”, “A niha li dijî qetlîam û tecawûzê têkoşîn”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Di çalakiyê de yek bi yek navên jinên ku di qetlîamên bi piştgiriya AKP / MHP’ê jiyana xwe ji dest dayîn, hate xwendin.

Çalakî piştî xwendina belavokan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.