Li Behra Spî bahoz, li Yewnanistanê 2 kes mirin

Bahoza Behra Spî li Yewnanistanê da. Ji ber bahozê li Yewnanistanê du kes mirin.

Bahoz şeva Înê dest pê kir û li herêma Teselya ya bajarê Kadîtsa ya 300 kîlometre bakurê Atînayê pêk hat. Li nêzî bajarê Kardîtsayê cenazeyê jin û mêrekî 60 salî hate dîtin.

Hate diyarkirin ku li bajarê Mûzakî jî jineke 40 salî winda bûye.

Ji ber bahoza li Kardîtsa û bajarên derdora wê, av û elektrîk qut bû û gelek dar ji kokê rabûn.

Meterolog Kostas Lagûvardos got ku ji ber baranê li Kardîtsayê bi qasî metreyekê av bilind bûye û gelek mal û dikan di bin avê de man.

Hate diyarkirin ku heta niha 50 operasyonên rizgarkirinê pêk hatiye. Li herêma Mora ya ku di nîveka welat de ye, gelek mal di bin avê de man.