Li Başûrê Asyayê baranên mûsonan: 1300 kes mirin

Li Başûrê Asyayê ji ber sedemê baranên mûson felaketên lêhiyê û hezana axê çêbû, nêzî 1300 kesan jiyana xwe ji dest da.

Baranên mûson ên mezin, ji meha Hezîranê heta Îlonê dom kir, li herêmê ji bo jiyan û xwezayê xwedî girîngiyek taybet e. Lê belê her sal ji ber barîna bi tund rê li ber mirin û ziyanên mezin vedike. Ji pêncan yekê şêniya cîhanê li girava xwarê ya Hindê dijîn.

Li tevahiya Hindistanê di vê pêvajoya dawî ya mûsonan de, 847 kesan jiyana xwe ji dest da. Li Bangladeşa cîran jî hejmara miriyan gehişte 226 kesan, li Nepalê jî rayedaran da diyar kirin 218 kes mirine. Heman demê li Nepalê ji ber hezana axê 69 kes winda bûne.

Roja Çarşemê li Delhiya Nû ji ber barana zêde kolan di bin avê de ma.

Li Bangladeşê jî ji ber baranên mûsonan xaka welat ji sedî 40 di bin avê de ma.