Li Başûrê Afrîqa depoyeke teqemeniyê teqiya: 8 kes mirin

Di encama teqîna depoya teqemeniyê ya li nêzî bajarê Cap a Bakşûrê Afrîqayê de 8 kes mirin.

Di depoya teqemenî ya girêdayî kargehên Başûrê Afrîqa û Elmanya ya li bajarê Cap a Başûrê Afrîqayê de teqînek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê rayedarên agirkujiyê ve hate kirin, di teqînê de herî kêm 8 kes mirin, sedemê teqînê hê jî nehatiye zelalkirin.

Hate ragihandin teqîn li kargehên Afrîqî yên Rheînmetall Denel Mûnîtîon li gel Rheînmetall Waffe Mûnîtîon GmbH ên hevkarên fîramaya Denel in pêk hatiye.