Li Basrayê di xwepêşandanan de gelek kes mirin

Li bajarê Basra yê Iraqê, di xwepêşandanan de 5 kes mirin û 68 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê herêmên navîn û başûr ên Iraqê ji ber kêmaniya xizmetên binesaziyê yên weke av û elektrîkê, du meh in xwepêşandan têne li darxistin. Xwepêşandêr doh li meydana Basra Gelînî li hev civiyan û kuştina çalakgerekî berî du rojan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin şermezar kirin.

Hêzên ewlekariyê bi gazên ku çavê mirovan dişewitîne dest li xwepêşandanê werdan. Li ser vê yekê çalakî mezintir bû û çalakgeran xwe gihandin avahiya walîtiyê. Xwepêşandêrên ku doh êvarê ketin nava avahiya Walîtiya Basrayê, agir berdan avahiyê.

Hêzên ewlekariyê jî bi gulereşandinê bersiv dan xwepêşandêran. Bûyer hîn jî dewam dikin. Tê gotin ku heta niha 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 68 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin, ji birîndaran 41 kes sivîl in, 27 jî hêzên ewlekariyê ne.