Li Basrayê bendergeha Ûmm Kasr hat girtin, avahî hatin şewitandin

Li bajarê Basrayê yê Iraqê xwepêşandanên protestoyê roja Çarşemê jî domiya. Xwepêşanderan bendergeha Ûmm Kasrê girtin û sê avahî şewitandin.

Li bajarê Basrayê ya ku di warê petrolê dewlemend e di 8’ê Tîrmehê de xwepêşandanên protestoyê hatibûn destpêkirin. Xwepêşandan piştî 3’ê Îlonê geştir bûn û roja Çarşemê jî domiya.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê gule li xwepêşanderan reşand. Serokê Komîsyona Bilind ê Mafên Mirovan ê Iraqê Mehdî Temîmî diyar kir ku roja Çarşemê herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.

Di nava sê rojên dawîn de ji ber ku hêzên ewlekariyê gule li xwepêşanderan reşand, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 12 û 93 kes jî birîndar bûne.

Ligel ku hêzên ewlekariyê gule li ser xwepêşanderan reşand, xwepêşander ji hev belav nebûn. Xwepêşanderan berê xwe dan bendergeha Ûmm Kasr û avahiya Meclîsê ya bajêr.

Xwepêşander li pêş walîtiyê kom bûn û bendergeha Ûmm Kasrê girtin û bendergeh û sê avahiyên li bajêr şewitandin. Hate diyarkirin ku avahiya Meclîsa Bajêr hemû şewitiye.

Piştî xwepêşandanên li Basrayê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, nûnerên wîlayeta Basrayê û waliyê Basrayê Esad el-Îdanî civîneke ewlekariyê ya lezgîn li dar xistin.

Ji aliyê ofîsa Ebadî ve daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên avê li ser gotina xwe ye û tevdîrên di sê hefteyên dawîn de wê bişopîne.