Li Bangladeşê rageşiya hilbijartinê: 12 kes mirin

Li Bangladêşê di dema hilbijartina giştî de rageşî çêbûn û 12 kes mirin.

Li gorî polîsan 3 kes ji hêla polîsan ve hatin kuştin, 8 kes jî dema di navbeyna partiya Awamî ya desthilatdar û Partiya Milliyetgir a Bangladêşê (BNP) de pevçûn derket, hatin kuştin. Her wiha hate gotin  ku polîsek ji hêla sempatîzanên partiya muxalefetê ve hatin kuştin.

140 milyon hilbijêr li Bangladeşê hene. Tê payin di vê hilbijartinê de  Şêx Hasîne cara çaran bibe serokwezîr. Hikûmetê ragihand, ji bo ku şer û pevçûn çênebe 600 hezar polîs, leşker û hêzên din ên ewlehiyê peywirdar kirine.

Ji 14'ê Mijdarê ve ku hate ragihandin wê hilbijartin bibe li gorî daneyên fermî 14 kes hatine kuştin.

Şêx Hasîna a ku 71 salî ye ku ev 10 sal in li ser desthilatdariyê ye, tê payin ku vê hilbijartinê jî bi ser bikeve. Geşedanên aborî yên dema vê desthilatê, ji bo ku piraniya hilbijêran hincetek tê dîtin. Li Bangladêşê her wiha bi sed hezaran Rohîngyayî yên ji qirkirina li Myanmarê reviyan, hene.

Dijberên desthilatê jî ji ber sedema ku rikberê xwe Halîda Zîa jehr da, gelek kes girtin, gelek kes nebedîkirin, ji bo Hasîna dibêjin xwedî yasayên hişk e, rêveber otokrat e.