Li Awûstûryayê tevdîrên nû yên li dijî vîrûsa Koronayê

Hikumeta Awûstûryayê, tevdîrên nû yên li dijî vîrûsa Koronayê eşkere kir.

Li gelemperiya Awûstûryayê, ji kombûna 5 kesan heta girtina kafe û restorantan, gelek qedexe hate ragihandin. Rayedaran bang li Awûstûryayiyan kirin ku aktîvîtyên civakî bi zanebûn kêm bikin.

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastîan Kûrz got, "Awûstûryayiyan bi rengekî zanebûn daxwaza îzoleyê kirin."

Bi pêkanîneke wiha re divê mirov tenê bi mirovên bi hev re dijîn di nava têkiliyê de bin.

Rayedarekî din jî ragihand ku eger li malê derfetên kar tine be, mirov tenê ji bo kar divê ji malê derkevin. Restorant wê ji roja Sêşemê û pê ve bên girtin.

Mirovên ji Îngilistan, Hollanda, Rûsya û Ûkraynayê bên jî wê 14 rojan di karantînayê de bin, yan jî beriya bên divê belgeya ku berê ketine karantînayê pêşkêşî rayedaran bikin.