Li Atînayê bombe teqiya: 2 kes birîndar bûn
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bombeyeke bi destan çêkirî li ber dêrekê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bombeyeke bi destan çêkirî li ber dêrekê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Teqîn li gorî dema herêmê saet 07:10'an pêk hat. Piştî ku li ser pakêteke bi guman îxbar hate kirin, polîs çûn cihê bûyerê û di wê kêliyê de teqîn çêbû.
Ji ber teqînê, parêzvanekî dêrê û polîsek bi sivikî birîndar bûn.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.