Li Arjantînê lehî rabû: Herî kêm 16 kes mirin, bi sedan kes winda ne

Hat ragihandin ku li bajarê Bahia Blanca yê Arjantînê roja Îniyê lehî rabû û di encamê de herî kêm 16 kes mirin û bi sedan kes winda bûn.

Piştî karesata lehiyê, Serokkomar Javier Milei ji bo 3 rojan şîn ragihand.

Milei daxuyanî da çapemeniyê û got, hemû yekîneyên hikûmetê wê di vê dema bi êş de alîkariyê bikin.

Şaredarê bajêr Federico Susbielles ragihand ku lehiyê nêzî 3 milyon euro zirar daye.

Li bajarê Bahia Blanca hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, bû 16 kes.

Rayedarên herêmê îxbara zêdeyî 100’an windahiyan girt.