BI DÎMEN

Li Amedê Meşa Azadiyê: Bijî Serok Apo

Bi hezaran kesên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûn, ji gelek deverên bajêr dest bi meşa azadiyê kirin. Gel tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" diavêje.

MEŞA AZADIYÊ

Beriya “Mitînga Azadiyê” ku dê li Amedê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin û ji bo azadiyê li Amedê kom dibin” bê lidarxistin, Qada Stasyonê hate dorpêçkirin. Li ser vê yekê girse li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Bi hezaran kes li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû hate gel hev. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tev li hevdîtina li vir bûn.

Gel tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" diqîre. Ji gelek deverên bajêr meşa azadiyê destpê kir.

LI GEL ASTENGIYÊ JÎ MEŞ DEWAM DIKE

Girseya gel a ji Mêrdîn û Şirnexê ji bo tevlîbûna li meşa 'azadiyê' bir ê ket, gihîşt navçeya Xana Axpar a Amedê. Li hemberî astengiya polîsan meşa ber bi navenda Amedê destpê kir. Gel li ber stranên Kurdî dimeşe.