Li Alaskayê erdheja bi 7,8 pileyî, alarma tsûnamiyê hate dayin

Li Alaskayê bi tundiya 7,8 pileyî erd hejiya. Piştî erdhejê alarma tsûnamiyê hate dayin.

Li gorî navenda jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS), erdhej bi 800 kîlometreyî li başûrê bajarê Achoragê rû da.

Qadeke ji sedan kîlometreyî hejiya. Li hawirdoreke ji 300 kîlometreyî ya li derdora cihê erd lê hejiya alarma tsûnamiyê hate dayin.

Navenda hişyarkirina tsûnamiyê ya li Pasîfîkê diyar kir ku alarm ji bo Alaska û başûrê Alaskayê derbas dibe.

Alaska li ser xeleka ji agir a Pasîfîk e ku ji aliyê sîsmîk ve çalak e. Ev xelek ji kendava Alaskayê heta nîvgirava Kamtchatka ya Rûs dewam dike.

Di 27'ê Adara 1964'an de bi dijwariya 9,2 pileyî erdheja herî dijwar a dinyayê li herêma Anchorageyê rû dabû û çend deqeyan dewam kiribû. Di encamê de pêlên mezin ên deryayê li peavên rojavayê Emerîkayê xistibûn. Ji ber erdhejê derdora 250 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.