Li Afganistanê ji ber teqînê 7 kes mirin

Li bajarê Celalabad ê Afganistanê ji ber teqînekê 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Teqîn piştî ku Serokê Dewleta Afganistanê Eşreg Ganî serdana bajar kir û şûn de pêkhat.

Hate ragihandin ku di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne. Piştî teqînê dikan û avahiyên li herêmê zirar dîtine.

Herêma ku teqîn lê çêbûyî li gorî rewşa asayî gelek qelebalixe lê ji ber serdana Ganî ya bajar herêm ji çûyîn û hatinê re hatibû girtin û ev jî bû sedem ku hejmara kuştiyan zêdetir nebe.

Heta niha tû hêzekê teqîn li xwe ne girtiye.