Li Afganîstanê êrîş: 10 kes mirin
Li navçeya Çaşt Şerîf a wîlayeta Herat a li rojavayê Afganîstanê, êrîş li polîsên ku li ber Bendava Selma bûn hate kirin. Di vê êrîşê de 10 kes mirin.
Li navçeya Çaşt Şerîf a wîlayeta Herat a li rojavayê Afganîstanê, êrîş li polîsên ku li ber Bendava Selma bûn hate kirin. Di vê êrîşê de 10 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Afgan, êrîşa çekdarî li dijî polîsên li ber bendavê bûn hate kirin û di encamê de 10 polîs mirin, polîsek jî birîndar bû.
Rayedarên Afgan gotin, êrîş ji aliyê Talîbanê ve hatiye kirin û 4 êrîşkar jî hatine kuştin.