Li Afganîstanê bi himeta 6.2’an erdhejek çêbû

Li Bakurê Afganîstanê bi himeta 6.2 erdhejek çêbû.

Li gorî serwîsên sismolojik ên Amerîkayê erdhej saet 10.41’an li herêma Hîndîkuşê çêbû. Erdhej li Pakîstanê jî hate hîskirin. Erdhej 111 kîlometre li kûrahiyê, li ser sînorê Tacîkîstanê çêbû.

Çiyayên Hîndîkûşê rêzeçiyayek e  li Asyayê di navbeyna navenda Afganîstanê û bakurê Pakîstanê de 800 kîlometreyî dirêj dibe.

Nûçegihanên li paytext Qabûlê gotin erd nêzî deqeyekê hejijî ye. Bajar ji ber êrîşên li ser qereqolan li ser lingan bû û bi rewşa alarmê de bû. Hê nayê zanîn bê ka di erdhejê de kesek miriye yan na.

Li Afganîstanê ku ji 1979’an û vir ve tim şer lê heye dibe sedema mirina mirovan û ziyana madî, her wiha bobelatên sirûştî jî dikevn ser vê.

Çile, li çiyayên Hîndîkuşê bi kûrahiya 191 kîlometreyî ya li bin erdê erdhej çêbûbû û li Pakîstan, Hindîstanê hatibû hîskirin.