Li Şîliyê 700 hezar masiyên somon ji birkê reviyan

Li Şîliyê, 700 hezar masiyên somon ên ji bo xwarinê dihatin xwedîkirin, piştî ku bahozek rabû ji birkê reviyan.

Keştîvanekî li herêmê ragihand, masiyên şîrketa Norwêcî ya bi navê marîne Harvestê ku li girava Hûar e, piştî rabûna bahozê ji birkê reviyane, her der tijî masî bûne û ji aliyê şêniyên herêmê ve tên girtin.

Keştîvan got, "Bûyereke ecêb bû, her kesî dest bi girtina masiyan kiribû. Hejmara somonan gelekî zêde bûbû û ji peravê jî dihatin dîtin." Keştîvan diyar kir ku vê rewşê mehekê dewam kir û masî dûre çûne herêmên din.

Tê gotin ku şîrketê ji bo girtina masiyên somon ên reviyane xistiye kar û ji bo her masiyekî bê anîn 7000 Pesos (9 Euro) dide. Hate ragihandin ku heta dawiya meha Tîrmehê 5.7 ji sedî yê masiyên reviyayî hatine girtin.

Heta roja Sêşemê divê şîrket 10 ji sedî yê masiyên reviyayî zevt bike. Ev yek ji aliyê qanûnên deryavaniya navneteweyî pêwîstî ye. Wê piştre jî bandora neyînî ya masiyên reviyayî li se ekosîstemê were nirxandin. Ji ber ku masiyên reviyayî bi xwarina florfenîcol û antîbiyotîkan dihatin xwedîkirin, divê werin girtin. Naxwe wê bandoreke cidî li ekosîstemê bikin. Eger şîrket nikaribe masiyên reviyayî zevt bike, neçar e 7 milyon dolr ceza bide û karê xwe winda bke.

Piştî Norwêcê, Şîlî duyemîn welat e ku li cîhanê herî zêde masiyên somon xwedî dike.