Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihîşt 25 hezarî

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de 24 hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ku Şerîda Xezeyê di bin kontrola wê de ye, bilançoyeke nû ya 105 rojên şer ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî wezaretê, ji 7'ê Cotmehê heya niha ku destpêka şerê Hamas û Îsraîlê ye, 24 hezar û 762 Filistînî ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tê, jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê ragihand ku 62 hezar û 108 kes jî birîndar bûne û diyar kir ku gelek kes hê jî di bin enkazan de ne.