Li Îtalyayê hikumeta M5 û Lîga Bakur ava dibe

Li Îtalyayê zêdeyî du meh bûn hevdîtinên li ser hikumeta koalîsyonê dihatin kirin. Di dawiyê de li hev hate kirin ku tevgera M5 a 'dijberê sîstemê' û Lîga Bakur a nîjadperest hikumetê ava bikin.

Hate ragihandin ku di encama hevdîtinên navbera lîderê Tevgera 5 Stêrk (M5) Luigi Di Maio û lîderê Lîga Bakur a rastgiriya tund (Lega Nord) Matteo Salvini de li ser hikumeta koalîsyonê li hev hatiye kirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a AGI, detayên li ser lihevkirina Di Maio û Salvini wê sibe bên eşkerekirin. Wekî din wê bê ragihandin bê serokwezîrê hikumeta koalîsyonê kî be. Dema ku ev kes ji aliyê Serokkomar ve hate erêkirin wê dest bi wezîfeya serokwezaretiyê bike.

Li Îtalyayê di hilbijartina 4'ê Adarê de Lîga Bakur (Lega Nor) û tifaqa rast-rastgiriya tund a Forza Italia û Fratelli d'Italya 37 ji sedî yê dengan girtibûn. Tevgera 5 Stêrk (M5) ku partiya 'li dijî sîstemê ye' bi tena serê xwe tevlî hilbijartinê bûbû û 32,7 ji sedî yê dengan standibû. Bi vî rengî di nava partiyan de bûbû partiya yekemîn.

Partiya Demokrat a Serokwezîrê berê Matteo Renzi jî di nava tifaqekê de tevlî hilbijartinê bû. Tifaqê 22,9 ji sedî yê dengan girtibû. Ji ber vê têkçûnê Renzi neçar mabû ku ji wezîfeya sekreteriya giştî ya partiyê îstifa bike.