Li Îtalyayê herêmek li ser kûçikan testa DNA’yê pêk tîne

Li herêma Bolzanoya xweser a bakurê Îtalyayê xwediyên kûçikan, dê mecbûr bimînin ku bi 65 EURO’yan testa DNA’yê li ajalên xwe yên kedî bikin.

Herêma Bolzanoyê biryar da ku xwediyên kûçikên ku gemara ajalên xwe yên kedî paqij nakin dê ceze bidin. Qaîdeya ku berî meha Çileyê hat sepandin, heta dawiya 2023’an divê kêm zêde 45 hezar kûçik di klînîka beytarekî ji testa DNA’yê bihata derbaskirin. Li gor çapemeniya Îtalî heta niha 5 hezar kûçik hat testkirin.

Encamên testan dê werin tomar kirin ku polîs bikaribe xwediyên kûçikên ku li gor qaîdeyan tevnagerin bişopîne. Dê delîl ji bo cezayên pereyan bên bikaranîn. Ev ceza dê di navbera 292 Euro û 1,084 Euro’an de biguhere.

Endamê Meclîsa Bajêr Arnold Schuler got ku agahîdank di "qonaxa pêkanînê" de ye û ji bo pêkanîna testên DNA’yê beytarên ku bibin alîkar hene.

Schuler ji Raî Newsê re got, "Bi vî rengî, em qeydkirina heywanên kedî hêsantir dikin."

Schuler got agahîdank dê ji bo tespîtkirina kûçikên ku di qezayên trafîkê de mirine an jî êrîşî heywan an mirovên din kirine were bikaranîn.

Pîvan bû sedema nîqaşan. Xwediyên kûçikan ên ku ji berê de gemarên ajalên xwe paqij dikin, vê yekê wekî lêçûneke bêkêr dibînin. Rêxistinên parastina ajalan difikirin ku qanûn dê bibe sedema kaosa îdarî.

Her wiha di der barê edalet û bibandorbûna tedbîrê de pirs tên kirin: Gelo dê çi bibe serê kûçikên sikak û kûçikên tûrîstan? Xwediyên van ajalan qet nayên dîtin.