Li Îranê otobusa xwendekar tê debûn qeza kir: 10 kes mirin

Li paytexta Îran Tehranê, li herêma kampuseke yek ji zanîngehên herî mezin, otobusekê qeza kir. 10 kes ji ber qezayê mirin.

Li gorî medya Îranê, otobuseke ku 30 xwendekar tê de bûn li herêmeke çiyayî ya kampusa Zanîngeha Îslamî Azad qeza kir.

Hate ragihandin, otobus li stûnekî ji beton ketiye. Li gorî televîzyona Îranê 7 kes li cihê bûyerê mirine. Ajansa Tasnîmê jî ragihand, hejmara kesên mirine 10 e.

Zanîngehê berpirsyariya qezayê xist stuyê ajokar. Lê belê di medya civakî de tê gotin, ji ber ku otobus kevn bû û kontrola wê nehatibû kirin, qezayê rû daye.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Hamaney daxuyaniyeke nivîskî da û ji ber "qezaya trajîk" sersaxî xwest.

Îran yek ji wan welatan e ku qezayên herî giran ên trafîkê lê rû didin. Li gorî daneyên fermî par 16 hezar û 300 kes ji ber qezayên trafîkê mirin, 336 hezar kes jî birîndar bûn.