Li Îranê nêzî 19 milyon kes di nava şertên hejariyê de ne

Berdevkê Saziya Pêşîlêgirtina Maddeyên Hişbir û Tendirustiyê Ferîd Beratî diyar kir ku li Îranê di navbera 11 û 19 milyon kes di şertên hejariyê de, li xaniyên derdora bajêr dijîn.

Berdevkê Saziya Pêşîlêgirtina Maddeyên Hişbir û Tendirustiyê Ferîd Beratî têkildarî şertên kesên hejar ên li Îranê got ku, “Li Îranê di navbera 11 û 19 milyon kes di şertên xerab de dijîn. Ev kes di xaniyên kevn de û li derdora bajaran dijîn.”

Beratî diyar kir ku hejmara kesên hejar her sal zêdetir dibe û ji ber şertên giran ên hejariya xetereya maddeyên hişbir zêde bûye û ev tişt xisarê dide civakê.

Beratî bal kişand ser vî tiştî ku hikumeta Îranê ji bo çareserkirina vê kêşeyê saziyên bajaran peywirdar kiribû lê bi salan e ev kêşe tê piştguhkirin.