Li Îranê krîza avê: Çalakiyên protestoyê berbelav dibin

Li Îranê li dijî krîza ava vexwarinê û bênirxbûna riyal li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Şevê din li bajarê Ahvaz, Abda, Manşehr, Karûn û Hormûsayê gelek ciwan daketin qadan û Hurremşehrê piştgirî da çalakiyan.

Ciwanên Ahvazê li kolana Naderî li hev civiyan û dirûşmeyên ‘Jiyana min ji bo çem e’ , ‘Gelê Hurremşehr bê av e’ û ‘Ji şoreşê re erê’ berz kirin.

Li Hormûsayê tevî hemû zextên polîsan ji bo Hurremheşr çalakî hate lidarxistin. Li navçeya Selîş a Abdanê şerekî dijwar qewimî. Hêzên dewletê rê girtin û çûyîn hatin astengkirin.

Li Hurremşehrê şeva Şemiyê çalakî hate lidarxistin û dirûşmeyên ‘Ji Hamaney re mirin’ , ‘Ji Rûhanî re mirin’ bal kişand. Ciwanan bi dirûşmeya ‘Netirsin, em bi hev re ne’ qîr kirin û nerazîbûn nîşan da. Li vî bajarê hêzên dewletê bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxeleyî çalakiyan kir û gelek kes birîndar bûn. Di çalakiyê de wesayîteke polîsan ya hêzên taybet ji aliyê ciwanan ve hate şewitandin.

Hinek çavkaniyan îdîakirin ku di çalakiyên tevayî welat de 4 sivîl bi guleyan hatine kuştin. Lê ev agahî hê nehatiye zelal kirin. Tê diyarkirin ku di çalakiyan de bi dehan çalakger hatine destgîrkirin.

Hurremşehr û Abdan li eyaleta Huzîstan e. Di şerê 1980-88 yê di navbera Îraq-Îranê de ev eyalet hatibû rûxandin. Piraniya şêniyên eyaletê Ereb in. Eyaleta Hûzistan bi taybet pirsgirêkên hewaya qirêj û ziwabûnê dijî.