Li Îranê kampanya hilbijartinê ya Meclîsa Pisporan destpê kir

Meclîsa Pisporan wê 1'ê Adarê bê hilbijartin ku meclîs ji tayînkirina Lîderê Olî berpirsyar e. Kampanya hilbijartinê destpê kir.

Ajansa Nûçeyan a Fermî Îrna'yê ragihand ku Kampanya ji bo Meclîsa Pisporan a 6'emîn destpê kir û wê 15 rojan dewam bike.

Ev hilbijartin ku wê bi dengê giştî bê kirin, bi hilbijartinên parlamentê re wê di heman rojê de pêk were. Ji bo hilbijartinên giştî jî kampanya wê hefteya bê destpê bike.

Hilbijartina Meclîsa Pisporan ji destpêkirina serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' û vir ve wê bibe hilbijartina yekemîn a neteweyî. Jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî bi hinceta ku li gorî 'pîvanên lixwekirinê yên tund' tevnegeriya ye, hatibû binçavkirin û di encama êşkenceyê de Îlona 2022'an hatibû qetilkirin. Heman rojê tevgereke serhildanê destpê kiribû ku li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê belav bûbû.

Meclîsa Pisporan ji Şoreşa Îslamê ya sala 1979'an û vir ve organeke xweser a Îranê ye. 88 endamên Meclîsê ji bo heyşt salan yekser têne hilbijartin.

Destpêkê derdora 500 namzetan serlêdan kirin. Lê belê tenê 144 namzet ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve hatin pejirandin. Her Îraniyekî di ser 15 salî re tevlî hilbijartinê dibe.

Di nava yên hatine dîskalîfiyekirin de serokkomarê berê Hasan Rûhanî jî heye, ku dixwaze endametiya meclîsê ya ji sala 1999'an û vir ve tê hilbijartin, dewam bike.

Li gorî Destûra Bingehîn, Meclîsa Pisporan karê Lîderê Olî kontrol dike û heta dawiya temenê wî, hildibijêre. Meclîs her wiha xwedî wê erkê ye ku dema baweriya xwe pê anî êdî nikare wezîfeya xwe bike, dikare lîderê olî ji wezîfeyê dûr bixîne.

Ev meqam piştî mirina damezrînerê Komara Îslamê Ayetûllah Rûhûllah Hûmeynî ya sala 1989'an, ji aliyê Ayetûllah Alî Hamaney ve tê meşandin ku 84 salî ye.

Meclîsa Pisporan jî ku hîn jî Ahmed Cennetî yê muxafazakarê tund ê 96 salî serokatiyê jê re dike, her tim di bin kontrola oldarên muxafazakar ên tund de ma.