Li Îranê îluzyona hilbijartinê!
Hilbijêrên Îranê di 19’ê Gulanê de ji bo hilbijarina Serokkomar wê biçin ser sindoqan.
Hilbijêrên Îranê di 19’ê Gulanê de ji bo hilbijarina Serokkomar wê biçin ser sindoqan.
Li Îranê 79 milyon kes dijîn û 56.4 milyon hilbijêr hene. Ji bo serokkomariyê 1600 kesan serî lêdan lê Konseya Mûhafizan tenê 6 kes qebûl kir. Tu jinên namzet jî tune.
Du hilbijêran xwe paş ve kişandin û ma çar namzet. Di rastiyê de jî du namzet hene. Serokkomarê niha Hasan Rûhanî û li hemberî wî Îbrahîm Reîsî yê mûhafazakar.
DU NAMZET HENE
Li gorî Destûra Bingehîn divê serokkomar “Şaîyekî oldar” be. Serokkomarek dikare du caran li ser hev were hilbijartin û her carê ji bo 4 salan tê hilbijartin. Rûhanî di sala 2013’an de ji sedî 50.7 deng stendibû.
JI SEDÎ 30’Ê CIWANAN BÊKAR IN, GEL JÎ JI SEDÎ 96 HEJAR IN
Bêkarî gelekî zêde ye, veberhênan bi qisûr e, di binesaziyê de kêşeyên girîng hene. Li gelek herêman av tune, qirêjiya hewayê bandora neyînî li bajaran dike.
Li gorî hejmarên fermî ji sedî 30’ê ciwanan bêkar in. Hejmarên rastîn ji vêya zêdetir e.Ji sedî 96’ê gel hejar in.
ENDAMÊN “KOMÎTEYA KUŞTINÊ”
Reîsî di ‘Komîteya Kuştinê’ de cih digirt a ku nêzî 30 hezar girtiyên siyasî hatine înfazkirin. Di dema Ruhanî de jî 77 jê jin, nêzî 3 hezar kes hatin darvekirin.
KURD BOYKOT DIKIN
KODAR, PJAK, KJAR, KCR di daxuyaniya hevpar a di 12’ê Gulanê de diyar kiribûn ku, hilbijartinên li Îranê boykot dikin. Muxalîfên Îranê jî banga boykotê kirin.
156 PARLEMENTERÊN PE’YÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN
156 endamên Parlementoya Ewrûpayê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî hilbijartinê dan û gotin: “Hilbijartinên li Îranê ne azad û adilane ye. Mûxalefet qedexe ye.”
Parlementeran bal kişandin ku Rûhanî di daxuyaniyekê de gotibû darvekirin “tiştekî baş e” û “zagona Xwedê” ye û bal birin ser vî tiştî ku Rûhanî di êrîşên kimyewî yên Sûriyeyê de jî piştgirî dabû rejîma Sûriyeyê.