Li Îranê hilbijartina parlamentê

Ji bo hilbijartinên parlament û Encûmena Pisporan a li Îranê dengdan kir. Asta tevlîbûnê weke yekane nediyariya van hilbijartinan tê destnîşankirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 75 mîlyon kesan 61 mîlyon kes mafên wan yên dengdanê hene. Her wiha 15 hezar 600 kes ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet. Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.

Tevî ku hilbijartin destpê kiriye, lê çalakvanên mafên mirovan, aktivîstên jin û gelek saziyên din ragihandine ku ew ê hilbijartina dema 12’an a parlementoyê boykot bikin. Her wiha bang li gelê Îranê kirin ku roja hilbijartinê li malên xwe bimînin û neçin ser sindoqan.

Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ew ê tevlî hilbijartinê nebin.

Li gorî anketa dawî ya ji aliyê televîzyona dewletê ve hat weşandin, ji sedî 41 ê hilbijêran dibêjin ew ê biçin ser sindoqan.

Li gorî hejmarên fermî, rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlamenteriyê yên dawî ya sala 2020'an, ji sedî 42, 57 hatibû qeydkirin. Ev yek ji dema îlankirina Komara Îslamî ya sala 1979'an û vir ve rêjeya herî kêm bû.

Li dijî tengezariya jeopolîtîk a bilind, hikûmet beşdarbûna zêde ya hilbijartinê weke îspata rewabûna xwe ya li qada navneteweyî nîşan dide. Ayetullah Hamaney got, "Dijminên Îranê dixwazin bibînin bê gel li wir e yan na."

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê, fermandarê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî Hûseyîn Selamî jî got, "Her dengek mîna fuzeye wê li nava dilê dijmin bikeve.”

Lê belê li welatekî ku azadî lê nîne, neheqî û newekhevî lê kûr dibe û gendelî belav dibe, her çendî nerazîbûn berfireh dibe jî bi kuştinan hewl tê dayîn ku bê çewisandin.

Bi taybetî daxwazeke xurt a ji bo guhertina bi temamî ya sîstema siyasî heye. Mûxalîf ji ber vê yekê banga boykotê dikin.

Beriya niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê jî bi daxuyaniyek banga boykotê kiribû û gotibû: “Daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin. Bê guman helwesteke bi vî rengî daxwaza civakê ya bihêz a ji bo misogerkirina siberojeke azad û demokratîk nîşan dide. Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkirina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”

Ne hilbijartinên parlementoyê û ne jî guhertina serokê nû yê olî tê payîn ku di jiyana rojane ya Îraniyan de tiştekî biguherîne. Mûxalîf di wê baweriyê de ne ku reforma bingehîn a sîstemê yan jî hilweşîna sîstemê ji nava xwe, wê guhertineke rewşê bi xwe re bîne.