Li Îranê Havînê zuha, niha jî lêhî radibe

Îran a di mehên Havînê de zuha û bi hatina werza Peyîzê re jî li gelek eyaletan ji ber baranê lêhî rabû. Di encama lêhiyê de kesek mir û 3 kes jî winda bûne.

Îran a di werza Havînê de bê av û zuha, niha jî li 9 eyaletan ji ber barana dijwar lêhî rabû. Ji ber baran û bagera duh û pêr li 9 eyaletên mîna Rojhilatê Azerbeycan, Rojavayê Azerbeycan, Erdebîl, Semnan, Mazendere ên dikevin bakurê welat man di bin avê de.

‘KESEK MIR, AGAHÎ JI 3 KESAN JÎ NAYÊ GIRTIN’

Serokê Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Îranê Murteza Selîmî, bi daxuyaniya dayî ji ber barana û bagera dijwar a li bajarê Şahrûd a girêdayî eyaleta Semnan a dikeve bakurê rojhilat kesek miriye, li heman herêmê ji ber barana dijwar û rabûna lêhiyê agahî ji 3 kesan nayê girtin.

Rêveberê Îranî ragihand ku li herêmên lêhî û bager lêdayî tîmên rizgarkirin û lêgerînê li herêmê pêwîstiyên mîna kon û amûrên din belav dikin.