Li Îranê enflasyon zêde bû
Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Statîkên Îranê ve hatî eşkere kirin enflasyon li gorî sala borî zêde bûye. Bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdisanê ji sedî 70,5 bajarê ku enfalson herî bilind e.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Statîkên Îranê ve hatî eşkere kirin enflasyon li gorî sala borî zêde bûye. Bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdisanê ji sedî 70,5 bajarê ku enfalson herî bilind e.
Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Statîkan ve hatî weşandin, 4 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê weke bajarên rêjeya enflasyon herî lê zêde hate rêz kirin. Li Îlam û Sineyê rêjeya enfalsyonê 70,5 ji sedî, li Bakur Horasan enflasyon ji sedî 70,2 û eyaleta Buşehr ku herî zêde Ereb lê dijîn enflasyon ji sedî 70'ê ye.
Li gorî raporê li herêmên bejahî yên eyaletên nêzî sînor enfalsyon ji sedî 70’ê derbas kiriye û li navendên bajêr pileya enfalsyonê daketiye.
Di raporê de hate diyar kirin ku li herêmên bejahî teqrîbî enflasyon ji sedî 59 û ev rêje li navendên bajêr bi rêjeya ji sedî 51 hate nîşandan.
Li gorî daneyên navenda statîkan li gorî bajaran enflasyon wiha ye;
Îlam ji sedî 70,5
Sine ji sedî 70,5
Bakur Horasan ji sedî 70,2 ji sedî
Paytext Tebrîz a Rojhilatê Azerbaycanê ji sedî 67,7
Buşehr ji sedî 70
Loristan ji sedî 67,2
Kohkiloye Buyrahmad ji sedî 66
Başûrê Horosan ji sedî 65,8
Hûxistan ji sedî 65,1