Li Îranê du wezîrên din bûn hedefa parlamentê

Wekîlên Îranî ji bo Wezîrê Perwerdeyê dest ji wezîfeyê bikişîne dest bi hewldanan kirin. Wezîrê Pîşesazî û Madenê jî di hedefê de ye.

Zextên li ser Serokkomar Hasan Rûhanî zêde dibin, ku Rûhanî bi sozên li ser reforma aboriyê hate hilbijartin. Di vê çarçoveyê de sê roj berê Wezîrê Aboriyê ji wezîfeyê hate girtin.

Mûxafazakar dibêjin, kêmbûna qîmetê riyal li pêşberî dolar, enflasyon û zêdebûna bêkariyê ne ji ber pêkanînên aboriyê yên Amerîkayê, lê ji ber rêveberiya nebaş a hikumetê ye.

Mûxafazakar ku alîgirê dewamkirina bernameya nukleerî û rola Îranê ya li şerê herêmê ne, zextên xwe yên li ser Rûhanî zêde kirin.

Hin parlamenteran gef xwarin ku ji bo Rûhanî ji wezîfeyê bê girtin wê serî li dadgeriyê bidin. Serokê parlamentê Alî Larîcanî jî diyar kir ku ev yek ji aliyê qanûnî ve nepêkan e. Rayedarekî Konseya Parastina Destûra Bingehîn ji ajansa Tasnîmê re axivî û got, ev mijar 'xumamî' ye.

Hasan Rûhanî roja Sêşemê yekemcar derket pêşberî wekîlan û lêpirsîna wî hate kirin. 

Wekîlên Îranî niha jî dest bi pêvajoya jiwezîfegirtina Wezîrê Perwerdeyê kirin. Wezîrê Pîşesazî û Madenê jî di dorê de ye.

Ji ber krîza aboriyê û kêmbûna qîmetê pereyê Îranê li pêşberî dolar, 26'ê Tebaxê meclîs li hev civiyabû û Wezîrê Aborî û Maliyeyê Mesûd Kerbasiyan ji wezîfeyê girtibû. Wezîrê Kar ê Îranê Alî Rebîî jî 8'ê Tebaxê li meclîsê di dengdana pêşnûmeya pêbaweriyê de dengê baweriyê negirtibû û ji wezîfeya xwe hatibû girtin.