Li Îranê du kes ji ber vîrûsa koronayê mirin

Wezareta Tenduristî ya Îranê ragihand ku di encama testên li ser du kesên hatin kirin derket holê ku bi vîrûsa Kovîd-19 ketine. Her du kes jî mirine.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanus Cehanpur diyar kir ku di nava du rojên borî de li bajarê Qum bi gumana vîrûsa korona 2 kesan xistine di bin çavdêriyê de û di encama testan de derkete holê ku herdu kes bi vîrûsa korona ketine.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanus Cehanpur eşkere kir ku wê careke din testê çêbikin û piştre encamê eşkere bikin. Her wiha destnîşan kir ku komên alîkariyê li bajarê Qum hatine bicihkirin.

Piştî daxuyaniya wezaretê û şûnde rayedarên ku daxuyaniyek din da ragihandin ku her du kes li nexweşxaneyê mirine.