Li Îranê di salekê de zêdetirî 400 hezar kes tên girtin
Serokê Meclîsa Alîkariya Civakî ya Îranê got li Îranê di rojekê de 1200 kes tên girtin. Li welat girtina di nava salekê de zêdetirî 400 hezar kesan e.
Serokê Meclîsa Alîkariya Civakî ya Îranê got li Îranê di rojekê de 1200 kes tên girtin. Li welat girtina di nava salekê de zêdetirî 400 hezar kesan e.
Serokê Meclîsa Alîkariya Civakî ya Îranê Seyîd Hesen Musevî Çelek ji ajansa nûçeyan Îsna re axivî ya ku yek ji ajansên fermî ya Îranê ye. Çelek got li Îranê di nava saetekê de 50 kes tên girtin û dişînin girtîgehê.
Li gorî daxuyaniya Çelenk di nava salekê de 438 hezar kesan dişînin girtîgehan.