Li Îranê di salekê de bi kêmanî 813 karker mirin

Li gorî raporeke li Îranê weşiyayî, van 12 mehên dawî bi kêmanî 813 karker ji ber şertên ewlehiyê yên kar nîn in, bi qezayên ser kar mirin.

Ev bilanço di medyaya Îranê de weşiya. Li gorî vê ji ber sedema ku li cihê kar şertên hewce yên ewlehiyê nîn in van 12 mehên dawî bi kêmanî 813 karker mirin û 1.486 karker jî birîndar bûne. Tê gotin hijmara rastîn pir zêdetir e. Beşekî mezin ê qezayên ser kar di medyayê de naweşin. Saziyên têkildar jî xebateke pê ewle nakin.

Alîkarê Midûr ê Komisyona Kar û Tenduristiyê yê Xizmeta Sosyal Daryûş Penahîzadeh got par, 30 hezar qeza li ser kar çêbûne û got, ‘’Par ji 30 hezarî zêdetir qeza li ser kar çêbûne. Piraniya wan ji çav û destê xwe birîndar bûne.’’

Li gorî îstatîstîkên fermî 40 ji 100’î yê qezayan li ser karê taloke dibin û her roj ji 100’î zêdetir kes birîndar dibin.

Rapor nîşan dide ku li ser mijara ewlehiya kar Îran di nav welatan de di rêza 102’yan de ye.

Li Îranê karker bi şertên giran dijîn. 2017’an mehmiza herî kêm 183 euro ye. Li gorî daneyên fermî sînorê ku mirov birçî nemîne dive mehmiza herî kêm 495 euro be.

Di nav karkeran de rewşa jinan kambaxtir e. Jinên ku li atolyayan dixebitin bi şertê giran û ne wekhev dijîn. Li gorî kanên mafê miroan ji nîvî zêdetir karkerên febrîkayên tûxlayan jin in û bi şertên pir giran dixebitin .Li gel vê jî karker mehmiza ku heq dikin nastînin. Ji bo vê jî grev û çalakî her ku diçe berbelav dibin.