Li Îranê di kana komirê de 35 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Gulîstan a Îranê, di teqîna ocaxa madenê de 35 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 69 karker birîndar bûn.
Li eyaleta Gulîstan a Îranê, di teqîna ocaxa madenê de 35 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 69 karker birîndar bûn.
Duh li Zemestanyûrt a Azadşarê ya eyelata Gulîstanê ya Îranê, di ocaxa komirê de teqînek çêbû û bîlançoya wê giran bû. Ji karkerên li madenê asê mabûn 35'an jiyana xwe ji dest dan û 69 karker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan 21 cenazeyên karkerên ku jiyana xwe ji dest dane hatine derxistin û hê jî xebatên ji bo ku xwe bigihînin 14 cenazeyan berdewam dikin. Di teqînê de 69 karker birîndar bûbûn û tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
Di ocaxa madenê de xebatên lêgerînê didomin.