Li Îranê %70 qadên hêwî ziwa bûn

Wekîlê Îranê Elî Ekberî got 70 ji 100’yî yên qadên hêwî yên welêt ziwa bûne.

Li gorî malpera fermî ya înternetê Haneh Melatê ava gemarî ya bajar û sanayiyê gefê li deryayê, çem û qadên hêwî dixwe. Her wiha birîna daran hem ziyanê dide sirûştê û hem jî gelek problemên ekolojiye jî bi xwe re tîne.

Wekîlê Îranî Ekberî got bi hilberîna petrolê ya li derveyî standartan hewa û av zêdetir dilewitin. Ekberî got şeqitîna axê dibe sedema ku 70 ji 100’î yên deverên hêwî ziwa bibin û her wiha dibe sedema ku 50 ji 100’î yên faunayan tine bibin.

Ekberî got qadên hêwî û fauna hatine rewşeke taloke û faktorên mirovî ziyaneke mezin didine derdorê.