Li Îranê 28 kes bi îdiaya ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re heye hatin destgîrkirin

Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand ku 28 gumanbarên ku di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de plana êrîşan dikirin, hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniya malpera wezaretê de wiha hat gotin: “Di van rojên dawî de li Tehran û eyaletên Elburz û Azerbaycana Rojava bi operasyonên hemwext gelek baregehên terorîstan hatin hedefgirtin.

Dewleta Îranê têgîna ‘tekfîr” ji bo “cîhadîst” an jî “alîgirên îslamî yên sunî radîkal” bikar tîne.

Wezareta Îstixbaratê ragihand ku 28 kes hatine destgîrkirin û îdia kir ku têkiliyên wan bi DAÎŞ’ê re hene û diyar kir ku hinek ji wan li Sûriyeyê bi tekfîrîyan re bûne an jî li Efxanîstan, Pakîstan û herêma Kurdistanê çalakî kirine.

Wezaretê diyar kir ku di dema destgîrkirinê de 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne û bombe, çek, êlekên teqemeniyê û alavên ragihandinê hatine desteserkirin.