Li Îngilistanê li qemyonekê 39 cesed hatin dîtin

Li herêma Essex a paytexta Îngilistan Londonê di hundirê qemyonekê de 39 cesed hatin dîtin.

Polîsên Îngiliz ragihandin ku qemyon ji Bûlgaristanê hatiye û di 19'ê Cotmehê de ji bendergeha Holyhead a li peravên rojhilat ên Îngilistanê ketiye nava Qraliyeta Yekbûyî.

Ajokarê qemyonê yê 25 salî yê ji Îrlanda Bakur hate destgîrkirin. Şefê polîsan Andrew Marîner got, "Em qurbaniyan tespît dikin, lê belê xuya ye ku wê pêvajoya tespîtkirinê demeke dirêj bidome." Marîner diyar kir ku lêpirsîn didome.

Li gorî servîsên lezgîn 38 cenaze yên mirovên bi temenin û yek jî yê zaroke. Wezîr Brandon Lewîs di Twîtterê de ji bo bûyerê got, "trajedî" û sersaxî ji xizmên cenazeyên wan hatine dîtin xwest.