Li Çînê ji ber lehiyê 36 kes mirin
Li gundekî başûrê rojavayê Çînê lehî rabû û ji ber lehiyê 36 kes mirin.
Li gundekî başûrê rojavayê Çînê lehî rabû û ji ber lehiyê 36 kes mirin.
Li gorî televîzyona CCTV’yê roja Sêşemê lehî rabû û ji ber lehiyê hejmara kesên mirî zêde bûne.
Hate ragihandin ku ji ber lehiyê 36 kes mirine û 15 kes jî winda ne.
Lehî li gundekî yê herêma daristan a girêdayî bajarê Lîûpanshûî yê 2.300 kîlometere ji Pekînê dûr e, pêk hatiye. 22 mal hilweşiyan. Xebatên lêgerin û rizgarkirinê didome.
Hate ragihandin ku di nava kesên mirine de du zarok, dayikek û pitika wê jî heye.