Li Çînê aşît çêbû: 28 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Herêma Xweser a Tîbetê ya Çînê aşît ket ser otobanê û 28 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê rojavaye Herêma Xweser a Tîbetê li bajarê Nyîngchiyê aşît ket ser otobanê. MedyayA Çînê diyar kir gelek wesayît di binê berfê de mane.

Tîmên rizgarkirinê yên ku ji 1300 kesan pêk tên, xebatên xwe yên rizgarkirinê qedandin.

Hate ragihandin di aşîtê de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.