Li Çînê bi pileya 5,3 erd hejiya
Li navçeya Çingdûo ya bajarê xweser Yuşû Tîbet ku li eyaleta Çînghay a dikeve rojavayê Çînê bi pileya 5,3 erdhej çêbû.
Li navçeya Çingdûo ya bajarê xweser Yuşû Tîbet ku li eyaleta Çînghay a dikeve rojavayê Çînê bi pileya 5,3 erdhej çêbû.
Navenda Xetên Erdhejê ya Çînê diyar kir ku erdhej 9 kîlometre li binê erdê çêbûye, têkildarî kuştî û birîndarên di erdhejê de agahî nehate dayîn.
Li bajarê xweser Yuşû Tîbet yê Çînghay di meha Nîsana 2010’an de bi pileya 7,1 erdhejek çêbû û di erdhejê de 2 hezar 698 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.