Li Çînê avahiyek rûxiya: 17 kes mirin

Li Çînê xwarinxaneyek rûxiya, herî kêm 17 kes mirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê kesên di bin xirbeyan de jî didome.

Li bajarê Xiangfen a Çînê xwarinxaneyek rûxiya. Ji ber wê yekê 17 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn ku ji wan rewşa 7 kesan giran e. Her wiha 45 kes jî ji bin xirbeyê hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî didome.

Li gorî saeta herêmî di saet 19:40’an a sibehê de li bajarê Xiangfen a girêdayî herêma Shanxî avahiyek rûxiya. Ji bin xirbeya avahiyê 45 kes bi silametî hatin rizgarkirin. Her wiha 7 kes mirin, 21 kes bi şeklekî sivik birîndar û 7 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Di dîmenên ku ragihandina Çînê weşandiye de ekîbên agir vemirandinê, polîs û gelê sivîl xebatê lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin xirbeyê de mane didomînin.