Lêpirsînên li Elmanyayê li Îslamiyên tund hatine vekirin zêde bûn
Li Elmanyayê, lêpirsînên (terorîzmê) yên di salên dawî de li kom û kesên Îslamî yên tund hatine vekirin, gelekî zêde bûne.
Li Elmanyayê, lêpirsînên (terorîzmê) yên di salên dawî de li kom û kesên Îslamî yên tund hatine vekirin, gelekî zêde bûne.
Dozgerê Giştî yê Federal ê Karlsrûheyê Peter Frank ji rojnameya Tagesspîegelê re axivî û anî ziman, hejmara lêpirsînên amadekar ên nû yên îsal hatin vekirin, 600 derbas kirine. Frank diyar kir, ev hejmar dibe ku heta dawiya salê bigihêje 800 heta 900'î.
Frank bibîr xist, hejmara lêpirsînên sala 2013'an hatibûn vekirin tenê 70 bû û bal kişand ser zêdebûna lêpirsînên li hemberî Îslamiyên tund hatine vekirin.