Lêpirsîna FBI ya Rûsyayê: Trûmp îfade da

Serokê DYA’yê Donald Trûmp piştî serketina hilbijartinên 2016'an di lêpirsîna mudaxelaya Rûsya ya ji bo hilbijartinan de îfade da dozgerê taybet Robert Mûellet yê FBI yê.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp ji rojnamegeran re axivî û got ku di çarçoveya lêpirsîna FBI yê de îfadeya nivîskî daye. Trûmp got pirsên dozger Robert Mûeller ku ji aliyê FBI ve bi taybet hatibû erkdarkirin bi rêya nivîskî bersivandiye.

Trûmp got li cihê parêzer bi xwe bersiva pirsan daye û wiha domand; “Hinek pirs ji min hatin kirin û bi hêsanî min bersiva wan da.”

Serokê berê yê FBI Robert Mûeller ku mudale û bandora Rûsya ya ji bo hilbijatinên Mijdara 2016’an a Amerîkayê ji lêpirsînê weke ‘dozgerê taybet’ hatibû erkdarkirin. Mûeller îdîayên girêdanbûna tîma Trûmp a di kampanyaya hilbijartinê de ya bi Rûsyayê re lêkolîn dike.

Beriya niha 2 şêwirmendên Trûmp ên di tîma kampanyayê de cih digrin ji ber nelirêtiyê ya girêdanbûna bi Rûsyayê re cezayê girtîgehê ji bo wan hatibû dayîn.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp jî lêpirsîna FBI yê weke ‘nêçîra cadiyan’ bi nav kiribû û daxwaz ji Wezîrê Edaletê Jeff Sessîons kirbû ku Rober Mûeller ji peywîrê bigre. Sessîons ê ku li beramberî vê biryarê li ber xwe da hefteya derbasbûyî li ser daxwaza Trûmp îstifa kiribû.