Lehiyê li Myanmarê da: Bi deh hezaran kesan malên xwe terikandin

Li başûrê rojhilatê Myanmarê ji ber barana mûsonê lehî rabû. Bi deh hezaran kesan malên xwe terikandin.

Lehiyê li herêma Bogoyê da. Ji asîmanan ve dema mirov lê dinihêre, tê dîtin ku herêm bûye goleke mezin.

Li hin deran bi tenê banên xaniyan xuya dibin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Civakî lehiyê herî zêde li Bogo, Mon û Karenê daye. Berpirsê Saziya Bobelatan Ko Ko Naîng got ku “Ji ber lehiyê 30 hezar kesan malên xwe terikandine.”

Li gorî Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûjî jî di hefteyên dawîn de 89 hezar kesan koç kirine lê gelek ji wan piştre vegeriyane malên xwe.