Lêçûna Elmanya ya derketina ji nukleerê, 24,4 mîlyar euro ye

Li Elmanyayê, lêçûna şîrketan a derketina ji enerjiya nukleerê wê 24,4 mîlyar euro be.

Elmanya amadekariyan dike, ku heta sala 2022'an bi temamî xwe ji nava enerjiya atomê derxîne. Di mijara maliyeta girtina santralên nukleerî de, li ser para şîrketan lihevkirin nebûye.

Li ser nerazîbûna li xeteriyên enerjiya nukleerî, di sala 2011'an de biryar hate dayîn ku hemû santralên nukleerî yên li Elmanyayê bên girtin. Lê hîn zelal nebûye, bê maliyeta bi dehan mîlyar euro ya ji ber vê yekê derkeve holê, bi çi rengî bê dayîn.

Tê payîn, lêçûna li paqijkirina santralên nukleerî û depokirina bermayiyên nukleerî bi dehan mîlyar euro be.

JI PAYÎZÊ Û VIR VE MALIYET BI 1,1 MÎLYAR EUROYÎ ZÊDE BÛ

Komîsyonek di sala 2015'an de ji, aliyê Meclîsa Federal ve hate wezîfedarkirin, di payîza bihurî de raporek li ser mijarê amade kir. Di raporê de hat xwestin, şîrketên enerjiyê yên ku 23,5 mîlyar euro bidin, ji hemû berpirsyariyan cuda bên girtin. Lê belê li ser nerazîbûna raya giştî, danûstandinên navbera dewletê û şîrketên enerjiyê dewam kirin û hat hesabkirin ku ev rêje 24,1 mîlyar euro ye.

Li gorî nûçeyeke Spîegel Onlîne, ji bo girtin û paqijkirina santralên nukleerî yên şîrketên mîna E.on, RWE & Co. û depokirina bermayiyên nukleerî, 24,4 mîlyar euro tê xwestin. Piştî ku şîrketan razemeniya bi têra vê yekê li 'Fona Atomê' kirin, wê berpirsyariyên wan biqede.

Piştî ku ji enerjiya atomê derket, divê santralên nukleerî ji hev bên xistin, bermayî bên paqijkirin û bermayiyên ji radyoaktîvîteya bilind li cihên ewle bên depokirin. Ev bermayî divê li cihekî ku rîska erhejê lê nîne ji bo sedan, ji bo bi hezaran salan bên depokirin.